Li Qatarê di êrîşa Îsraîlê ya ser Hamasê de 5 kes mirin

PeyamaKurd – Hamasê ragihand ku dema heyeta wan li Qatarê ji bo muzakereyan bi Îsraîlê re bikin amade bûn û li ser pêşniyara DYAyê ya agirbesê bi hevre danûsitendinan dikirin, balafirên Îsraîlê êrîşê bir ser heyetê û di encamê de 5 kes mirin.
Di nav kuştiyan de kurê serokê Hamasê yê li Xezzayê kurê Xalil el-Hayye û rêvebirê buroyê hebûn û bi temamî 5 kes hatin kuştin. Hat gotin ku ji serpereştên Hamasê ti kes di êrîşê de nemiriye.
Endamê polîtburoya siyasî yê Hamasê Suheyl el-Hindi, ji bo televizyona Qatarê ya Al Jazeera daxwuyanî daye û gotiye di êrîşa Îsraîlê ya ser heyeta Hamasê ya li Dohayê de rêvebirê ofîsê yê serokê Hamasê yê Xalil el-Hayye yê bi navê Cihad Lebed û kurê wî Hemmam el-Hayye di nav de 5 kes mirine.
Hindi gotiye ku êrîş di wexta heyet li ser pêşniyara DYAyê ya agirbesa li Xezzayê diaxifî bûye û serpreştên Hamasê Halil el-Hayye û Zahir Cabbarin di nav wan de tev sax rizgar bûne.
Hindi, got ku ji êrîşa ser Hamasê DYA û Îsraîl berpirsin. Çapemeniya Îsraîlê ragihandibû ku di êrîşê de 6 serpereştên Hamasê mirine û Xalil El-Hayye jî di nava wan de ye.
Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.




