Dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê heyetekî Amerîkayê qebûl kir

Dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê heyetekî Amerîkayê qebûl kir

PeyamaKurd – Serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzi Hariri, heyeta ku ji Oda Bazirganiya DYAyê û ji şîrketên Amerîkayê pêk dihat qebûl kir. Di hevdîtinê de behsa xwurtkirina têkiliyên aborî û bazirganiyê kirin bê dê gavên çewa bavêjin.

Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; di hevdîtinê de rêvebirê karên Rojhilata Navîn yê Oda Bazirganiya Amerîkayê Steve Lutes serpereştiya heyetê dikir. Bi heyetê re cîgirê balyoza DYAyê ya Herêma Kurdistanê, nûnerê hukumeta Herêma Kurdistanê ya Washingtonê û serokê oda bazirganiyê yê Amerîka-Kurdistanê hebûn.

Di hevdîtinê de behsa temamê sehayên aboriyê û bazirganiyê hat kirin da pêwendiyan pêşde bibin û fireh bikin. Bi taybetî di sehayên enerjiyê, teknolojî û zeka çêkirî de ji bo şîrketên Amerîkayê li Kurdistanê veberhênanê bikin, li ser mijarê axifîn.

Fewzi Hariri, hewlên oda bazirganiya Amerîkayê bilind nirxand û desteka xwe bo destpêkirina xebatên şîrketên bi Amerîkayê re, di seha abroiyê û bazirganiyê de ragihand.

Hariri got ku şîrketên Amerîkayê ji bo Kurdistanê gelek girîngin ku avahiyên bingehîn pêşde bibin û tevlî pêvajoya geşepêdana Kurdistanê bibin.

Heyet bo desteka Kurdistanê ya di sehayên navborî de sipasiya Herêma Kurdistanê kir.

Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.