Li Nîksarê karkerên demsale qeza kirin: 8 birîndar

Li Nîksarê karkerên demsale qeza kirin: 8 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Tokatê li navça Niksarê mînîbusa karkeran û kamyonê li hev ketin û di encamê de 7 karkerên demsale û ajotvanê mînîbusê birîndar bûn.

Karkerên dermsale ew karker bûn ku bindeqan diçinîn lewra çûbûn navça Nîksarê. Bûyer nêzî Pira Hemidiye qewimî.

Tîmên tenduristiyê birînbdaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Niksarê. Navê birîndaran û asta rewşa birîndariya wan nehat ragihandin.

Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.