Lubnan | Ji bo bêçekkirina Hizbullahê planeke nû hate danîn

PeyamaKurd- Hikûmeta Lubnanê ragihand ku ji bo bêçekkirina Hizbullahê li seranserê sînorên Îsraîlê planeke din hatiye danîn ku ev gav di çarçoveya dilsoziya lihevkirina agirbestê ya ji bo bidawîkirina şerê dawî hatiye avêtin.
Wezîrê Karê Derve yê Lubnanê Yûsif Recî eşkere kir, plana nû ya bêçekkirina Hizbullahê li seranserê sînorên bi Îsraîlê re, hatiye danîn û qonaxa yekemîn dê di 3 mehan de temam bibe.
Recî ji ajansa AFPê re gotiye, plana artêşê ji pênc qonaxan pêk tê û bêçekkirina herêma li başûrê çemê Lîtanî heta dawiya Mijdara 2025an dest pê dike. Li gorî Recî, bi qasî 30 kîlometreyan ji sînorên bi Îsraîlê re, dê tevahî dîmenên leşkerî di nav de çek, depoyên çekan û heta leşker li herêmê nemînin.
Hêjayî gotinê ye, meha Tebaxê hikûmeta Lubnanê ji artêşê xwest ku heta dawiya salê planekê ji bo bicihanîna vê biryarê amade bike. Meclisa Wezîran a Lubnanê jî vê dawiyê pêşwaziya planê kir.
Ji bo bidawîkirina şerê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de bi navbeynkariya Amerîkayê, lihevkirina agirbestê li Lubnanê pêk hatibû. Li gorî lihevkirinê divê çek tenê di destê saziyên fermî de bin û êrîş di navbera her du aliyan de rawestin.
Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.




