Li Nepalê çalakvan avêtin ser dezge û saziyên dewletê: Jina serokwezîrê berê di nav agir de can da

Li Nepalê çalakvan avêtin ser dezge û saziyên dewletê: Jina serokwezîrê berê di nav agir de can da

PeyamaKurd – Li welatê Nepalê piştî hukumet medya civakî qedexe kir, çalaki wisa zêde bûn ku nikarin pêşî li çalakiyan bigrin. Çalakvan agir berdan xaniyê serokwezîrê berê yê Jhalanath Khanal û jina wî Rajyalaxmi Chitrakar di nav agir de şewitî û can da.

Di navbera çalakvan û hêzên dewletê de li çar aliyên Nepalê şer heye. Li gor ragihandina rojnama The Kathmandu Postê; çalakvan agir berdan avahiya parlemenetoya federal û avahiya dadgeha bilind û ew şewitandin.

Piştî van êrîşan artêş, polîs rayedarên dewletê bang li çalakvanan kirin da aram bin û di rêya diyaloga siyasî de pirsgirêkan çareser bikin.

Wezareta danûsitendinê û teknolojiyê ya Nepalê ji bo medyayên civakî yên wekî Facebook, Instagram, WhatsApp, YouTube, X, Reddit û Linkedinê di 4ê êlûnê de wext dabûn da seredana wezaretê bikin, lê ji ber seredanê nekiribûn hemû platforman girtibû.

Li ser bûyerê ciwan ketibûn nav tevgerê û biryara wezaretê protesto kiribûn û ber bi avahiya perlementoyê de ketibûn meşê. Di bûyeran de polîs li hemberê çalakvanan ava bi şid, xaza rondikbaranê û çekan bikaranîbûn. 19 kes miribûn û ji 400an zêdetir kes birîndar bûbûn.

Piştî van bûyeran hukumeta Nepalê biryara rakirina medya civakî dabû û wezîrê karên navxwe Ramesh Lekhak, wezîrê çandiniyê û ajalvaniyê Ramnath Adhikari û wezîrê amadekirina avê Pradeep Yadav îstîfa kiribûn.

Tevî îstifayan jî çalakvan êrîşê ser malên siyasiyan û wezîran kiribûn, avêtibûn ser baregeha navendê ya partiya Kongrê ya Nepalê û du xaniyên serokwezîrê Nepalê yên Khadga Prasad Sharma Oli şewitandibûn.

Artêşa Nepalê wezîran ji malên wan bi helîkopteran  tehliye kirin û seferên derve û navxwe yên balafirgeha navdewletî ya li Katmanduyê ya bi navê Tribhuvanê dan rawestandin.

Ev nivîs 67 car hatiye xwendin.