Serokê Fransayê Macron wezîrê bergiriyê Sebastien Lecornu kir serokwezîrê nû yê Fransayê

PeyamaKurd – Hukumeta serokwezîrê Fransayê yê berê François Bayrou di dengdana parlementoyê de dengên baweriyê nestendibû û hukumet ketibû. Fransa li serokwezîrekî nûh digeriya û îro serokê Fransayê Emmanuel Macron wezîrê bergiriya Fransayê Sebastien Lecornu, tayîn kir ji bo serokwezîrtiya nû ya Fransayê.
Hukumata Bayrou ji aliyê 364 parlementeran de hatibû xistin û tenê dikaribû di parlementoyê de 194 dengan bîne û tenê 9 mehan li ser kar mabû.
Niha çavê dinyayê li ser serokwezîrê nû yê Farnsaye bê wê hukumetekî çawa ava bike û bê dê karibe têra xwe ji parlementoyê dengan bistîne.
Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.




