SOHR: Hejmara kuştî û birîndaran li Siwêdayê zêde bû

PeyamaKurd - Hejmara miriyan li bajarokê Siwêdayê yê Durzî, ku artêşa Wezareta Parastinê ya hikûmeta veguhêz a Sûriyê û komên wê yên çekdar di 13ê Tîrmehê de êrîş lê kirin, gihîştiye 2 hezar û 26an.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de herwiha hat diyarkirin ku cenazeyên pênc kesên ku di êrîşan de wenda bûne li nexweşxaneyên Miwas û El-Muştehid hatine dîtin.
Herwiha hat ragihandin ku cenazeyên heft kesên ku di 13ê Tîrmehê de ji aliyê hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve hatine îdamkirin, hatine dîtin.
Îdam û Revandin
Artêşa Hikûmeta Demkî ya Sûriyê, komên wekî DAIŞ û HTS, di 13ê Tîrmehê de dest bi êrîşa li ser bajarokê Siwêdayê yê Durzî li başûrê Sûriyê kirin.
Heta niha, hêzên Şamê îdamkirina 765 sivîlên Durzî di dema êrîşan de belge kirine. Di raporekê de li ser binpêkirinên mafên mirovan li Swêdayê ku di 23ê Tebaxê de ji hêla neh pisporên NY ve hatiye weşandin, hatiye gotin ku di êrîşan de 105 jin û keç hatine revandin û çarenûsa 763 kesan, ku 80 jin û keç jî di nav de ne diyar e.
Herwiha di raporê de hatiye diyarkirin ku herî kêm 196 kes bê dadî hatine îdamkirin.





