Îran: Em bi rêya navbeynkaran diyalogê bi Amerîkayê re didomînin

Îran: Em bi rêya navbeynkaran diyalogê bi Amerîkayê re didomînin

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçi diyar kir ku divê mafên Tehranê û berjewendiyên wê werin rêzgirtin û got ku ew bi rêya navbeynkaran li ser mijara nukleerî diyalogê bi Amerîkayê re didomînin.

Arakçi ragihand ku Tehran û Washington ji bo çareserkirina krîza li dora bernameya nukleerî bi rêya navbeynkaran peyamên xwe diguherînin.

Wî herwiha diyar kir ku ew ê di heman şert û mercên berê de venegerin danûstandinan û diyar kir ku ji ber rewşa heyî divê çarçoveyên nû werin avakirin.

Di daxuyaniya xwe de Abbas Arakçi wiha got: "Diyalog bi Amerîkayê re bi rêya navbeynkaran berdewam dike. Roja ku Amerîkî ji bo danûstandinên li ser bingeha rêzgirtina dualî amade bin, em ê bi tevahî amade bin. Divê mafên me werin rêzgirtin û berjewendiyên me werin rêzgirtin."

Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.