Almanya: Metirsiya DAIŞê li Iraqê kêm bûye, lê gefa komên çekdar maye

Almanya: Metirsiya DAIŞê li Iraqê kêm bûye, lê gefa komên çekdar maye

PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Almanyayê ragihand ku her çend serweriya leşkerî ya DAIŞê li Iraqê nemabe jî, hîn jî rûbirûyê metirsiyên ji aliyê komên çekdar ên cuda ve ye. Ji ber vê yekê, Berlînê biryar da ku mîsyona xwe ya leşkerî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê heta dawiya sala 2026an dirêj bike.

Di bersivekê de ji bo ajansa nûçeyan a RUDAWê, berdevkekî wezaretê tekez kir ku Iraq ne tenê ji bo piştgiriya mirovî û geşepêdana aborî, lê di heman demê de ji bo arîkariya leşkerî jî hewcedarê piştgiriya navneteweyî ye. Berdevk got,

"Almanya hevkareke nêzîk a Iraqê ye û piştgiriyeke berfireh pêşkêşî deverên rizgarkirî û tevahiya welat kiriye."

Erkên Hêzên Alman li Herêmê Almanyayê ku ji sala 2015an ve bi awayekî leşkerî li Iraq û Herêma Kurdistanê çalak e, dê heta 31ê Kanûna 2026an li herêmê bimîne. Erkên sereke yên hêzên Alman ev in:

  • Şêwirmendî û perwerde: Rahênan û perwerdekirina Hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê.
  • Yekkirina Pêşmerge: Piştgirîdayîna hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo yekkirina hêzên Pêşmerge di bin sîwanekê de.
  • Îstixbarat: Komkirina zanyariyan derbarê tevgerên gengaz ên DAIŞê û parvekirina wan bi Pêşmerge û Artêşa Iraqê re.
  • Piştgiriya lojîstîk: Dabînkirina sotemeniyê ji bo firokeyên hêzên hevpeymaniya navneteweyî.

Biryara ji bo dirêjkirina mîsyonê piştî vê tarîxê dê ji aliyê Parlamentoya Federal a Almanyayê ve were dayîn.

Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.