Artêşa Amerîkayê êrîşê ser tekneyekî kir ku ji Venezuelayê maddeyên hişbir dibir

Artêşa Amerîkayê êrîşê ser tekneyekî kir ku ji Venezuelayê maddeyên hişbir dibir

PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê DYAyê Marco Rubio ragihand ku artêşa Amerîkayê êrîşê ser tekneyekî kiriye ku li Karayîpê ji Venezuelayê derketibû ser rê û tê de maddeyên hişbir hebûn. DYA li hemberê kartelên bazirganên maddeyên hişbir tedbîrên tund distîne. Rubio got:

“Weka bîstek berê çawa serokê Amerîkayê Trump ragihand; îro artêşa Amerîkayê tekna ji Venezuelayê derket ku ji aliyê kartelekî terorîst de dihat bikaranîn û kartel karê maddeyên hişbir dike, artêşa Amerîkayê li Başûrê Karayîpê êrîşekî mirinê daniyê.”

Çend roj berê artêşa Amerîkayê keştiyekî noqavê û 7 keştiyên şer şandibû peravên Venezuelayê da bi bazirganiya maddeyên hişbir yên qaçax re têbikoşin.

Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.