Serokwezîr Barzanî bi şanda Tirkiyê re çend mijarên girîng gotûbêj kir

Serokwezîr Barzanî bi şanda Tirkiyê re çend mijarên girîng gotûbêj kir

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 2yê îlonê pêşxwaziya Rêveberê Giştî yê Karûbarên Iraq û Îranê li Wezareta Derve ya Tirkiyeyê Alî Riza Guney kir û çend mijarên girîng ên dualî û rojevvê gotûbêj kir.

Di civîna ku Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu jî tevlî bû de, pêşxistina têkiliyên dualî li ser bingeha berjewendiyên hevpar û rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê hatin nîqaşkirin.

Di hevdîtinê de, pêdivîya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, misogerkirina mafên destûrî û pişka budceyê ya Herêma Kurdistanê hatin axaftin.

Herwiha geşedanên daw û guhertinên Sûriyeyê, parastin û garantîkirina mafên gelê Kurd û pêkhateyên din ên Sûriyê û pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê jî hatin guftûgokirin.

 

Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.