Berpirsekî Amerîkî li Helebê serdana taxên Kurdan kir

PeyamaKurd- Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Senatorê Amerîkayî Abraham Jamal Hamadeh, Zach Hoff Taxên serdana taxên Kurd ên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir û bi Meclisa Jinan a Sûriyeyê û Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundir re civiya.
Li gorî medyaya Rojavayê Kurdistanê Hoff, çend roj berê serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kiriye û di serdanê de bi hevserokên meclisa giştî re, rewşa her du taxan û danûstandina li ser pêkanîna peymana 1ê Nîsanê ya di navbera Meclisa Giştî ya her du taxan û nûnerên hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê de hatibû îmzekirin, gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de xebatên sûdê li pêkanîna ewlekariya mayînde bikin û girîngiya destpêkirina danûstandina niştîmanî ya li ser asta Sûriyeyê û girîngiya wê hate axaftin. Herwiha girîngiya piştgiriya Amerîka ji civakên herêmê re û rola wê li ser pêkanîna aştiya berdewam hate gotûbêjkirin.
Abraham Jamal Hamadeh yekem senatorê Amerîkayî ye ku şêwirmendê xwe şand taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê. Di heman demê de yekem welatiyê bi eslê xwe Sûriyeyî tevlî kongresa Amerîkî bûye ye.
Ev nivîs 120 car hatiye xwendin.




