Trump: Chicago bajarê herî xerab û xeternak ê cîhanê ye

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump, bertek parêzgarê nîşanî eyaleta Illinois da ku li dijî biryara şandina Hêzên Parastina Neteweyî bo bajarê Chicago derketibû.
Trump li ser platforma xwe ya Truth Social, bersiva Walî Jay Robert (JB) Pritzker da û got, "Di dawiya hefteyê de li Chicago herî kêm 54 kes hatin gulebarankirin û 8 kes hatin kuştin. Chicago, bê guman, bajarê herî xirab û xeternak ê cîhanê ye."
Trump, destnîşan kir ku Pritzker bi lezgînî hewcedarê alîkariyê ye, lê hîn bi vê yekê nizane.
Herwiha, Trump diyar kir ku ew ê wekî li Washington D.C., pirsgirêka tawanê ya li Chicago jî bilez çareser bike û got, "Chicago dê di demek nêzîk de bibe bajarekî ewle. Em ê Amerîkayê ji nû ve mezin bikin."
Ev nivîs 115 car hatiye xwendin.





