Li ser CHP ya Stenbolê qeyûm hat danîn

PeyamaKurd- Di doza betalkirina Kongreya Partîya Komarî ya Gel (CHP) ya rêxistina bajarê Stenbolê de, dadgehê biryara betalkirina kongreyê û danîna qeyûm da.
Li gorî biryara dadgehê 196 delege û serokê rêxistina bajêr a CHPê Ozgur Çelîk û rêveberiya wî ji kar hatin dûrxistin.
Ji bo Serokatiya Bajêr a Stenbolê bi awayekî demkî heyeta ku ji Gursel Tekîn, Zekî Şen, Hasan Babacan, Mujdat Gurbuz û Erkan Narsap pêk tê wekî qeyûm hatin erkdarkirin.
Kongreya CHP ya Stenbolê 8ê Kanûna 2023yan hatibû lidarxistin û ji ber ne li gorî rêzik û yasayan hatiye tevgerîn doz lê hatibû vekirin.
Ozgur Çelîk piştî biryara dadgehê ragihand, heta niha tiştek bi awayekî fermî ji wan re nehatiye ragihandin, lê ew hewl didin mijarê fêm bikin.
Ev nivîs 122 car hatiye xwendin.




