Bahçelî gefa operasyona hevbeş a Enqere-Şamê li HSDê xwar

PeyamaKurd- Serokê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçelî, di daxuyaniyek nivîskî de bal kişand ser pêvajoya çekdanîna PKKê û Îmraliyê û got ku armanca wan "Tirkiye bê teror" e û ev armanc dê di sedsala nû ya Tirkiyeyê de pêk were.
Bahçelî li ser hevkariya bi gelê Kurd re got, "Li gorî koka xwe, herêma xwe û zimanê diya xwe, hemû birayên me yên bi welatîbûna Komara Tirkiyeyê ve girêdayî ne, di nava yeksanî, dadmendî û rûmetê de ne. Kes nikare hevgirtina di navbera Tirk û Kurdan de xerab bike."
Gefa operasyonê li Rojavayê Kurdistanê xwar
Bahçelî diyar kir, "Hewldana yên dixwazin yekîtiya neteweyî xirab bikin, têk çûye." û Komisyona "Hevgirtin, Biratî û Demokrasiya Neteweyî" ya ku li meclisê hatiye damezrandin, wekî gavek erênî bi nav kir.
Bahçelî destnîşan kir ku divê karên komisyonê li gorî nexşerêya diyarkirî berdewam bikin û got, "Divê SDG/YPG dev ji gotinên xwe yên terorîst berdin û li gorî daxuyaniya 27ê Sibatê ya Rêberê PKKê tevbigerin."
Bahçelî daxuyaniyên Amerîkayê yên der barê YPGê de jî rexne kir û got ku Amerîka bi veşartî piştgirîyê dide dabeşbûna Sûriyeyê.
Bahçelî da xuyakirin, siyaseta Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê eşkere ye û Tirkiye dê destûrê nede dabeşbûna wê û got ku eger HSD/YPG rêkeftina xwe ya bi hikûmeta Şamê re pêk neynin, ew ê rûbirûyî destwerdana leşkerî ya hevbeş a Enqere û Şamê bibin."
Herwiha Bahçelî anî ziman ku gelê Kurd ji lîstika ku li ser wan tê lîstin agahdar e û ew ê nekevin ber destê Siyonîstan û wiha pê de çû: "Tirkmen, Kurd, Ereb û gelên din ên li Sûriyeyê birayên me ne û em ê bi hev re van xefikan bişkînin."
Ev nivîs 129 car hatiye xwendin.




