Serokê berê yê CHPê Hikmet Çetin seredana Devlet Bahçeli kir

PeyamaKurd – Serokê berê yê CHPê û hems erokê berê yê meclisa Tirkiyê (TBMM) Hikmet Çetin seredana serokê MHPê Devlet Bahçeli kir. Çetin ragihand ku seredan tenê ji bo nezaketê ye û ji ber pêvajoya aştiyê sipasiya Bahçeli kiriye. Çetin got:
“Ziyareta nezaketê bû. Ji bo meşandina pêvajoya aştiyê min sipasiya Bahçeli kir.”
Li ser gotinên serokê CHPê Özgür Özel yên di derbarê ji MHPê re gotibû, Hikmet Çetin weha got:
“Ez bawerim ku wê koalisyona MHPê û CHPê bi ser bikeve.”
Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.




