Pûtîn îdiayên êrîşkirina Ewropayê red kirin

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn îdiayên ku dibêjin Rûsya planên êrîşkirina Ewropayê dike, red kir û diyar kir: "Niyeta Rûsyayê tune ku êrîşî kesî bike."
Îro, 2yê Îlonê 2025ê, Pûtîn li Pekîna paytextê Çînê bi Serokwezîrê Slovakyayê Robert Fico re hevdîtinek pêk anî. Di daxuyaniya çapemeniyê de, Pûtîn got ku li ser garantiyên ewlehiyê ji bo Ûkraynayê peymanek gengaz e, lê tekez kir ku ewlehiya Ûkraynayê nikare li ser hesabê ewlehiya Rûsyayê be.
Wî herweha endametiya Ûkraynayê di NATOyê de jî qebûl nekir. Pûtîn anî ziman ku Kîev hewl dide bersivê bide êrîşên li ser binesaziya xwe û di heman demê de zirarê dide Rûsya û hevkarên Moskowê. Wî got, "Moskowê demeke dirêj êrîşên Ûkraynayê tehemil kir, lê niha dest bi bersivên cidî kiriye."
Derbarê raporên Rojavayî de yên ku Rûsya bi planên êrîşkirina Ewropayê tawanbar dikin, Pûtîn careke din dubare kir: "Rûsya niyeteke wisa nîne."
Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.




