Artêşa Îsraîlê êrîşeke bejayî li ser Xezzeyê da destpêkirin

Artêşa Îsraîlê êrîşeke bejayî li ser Xezzeyê da destpêkirin

PeyamaKurd - Karbidestekî artêşa Îsraîlê ragihand ku Îsraîlê êrîşeke bejayî li ser bajarê Xezzeyê dest pê kiriye. Karbidestan piştrast kirin ku planên operasyonê meha borî hatine pejirandin.

Serfermandarê Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) General Major Eyal Zamîr ragihand ku Îsraîlê êrîşeke bejayî li ser bajarê Xezzeyê dest pê kiriye.

Zamîr bi leşkerên rezerv ên ku di hefteyên dawî de ji bo xizmetê hatine gazîkirin re axivî û got, "Em ê êrîşên operasyona xwe dijwartir û xurttir bikin, ji ber vê yekê me gazî we kir. Me berê êrîşa bejayî li ser Xezzeyê dest pê kiriye."

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî peyamek ji leşkerên rezerv ên IDF re şand. Netanyahu got, "Ez dixwazim spasiya xwe ya kûr ji leşkerên IDF, leşkerên me yên rezerv û malbatên wan re diyar bikim. Em niha bi qonaxek krîtîk re rû bi rû ne. Ez baweriya xwe bi we tînim, û tevahiya milet we hembêz dike."

Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.