Artêşa Îsraîlê kuştina du serkirdeyên Hemasê ragihand

Artêşa Îsraîlê kuştina du serkirdeyên Hemasê ragihand

PeyamaKurd- Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan 2 serkirdeyên Tevgera Hemasê li Xezeyê kuştine û hevdem bargeh û avahiyên leşkerî yên Hemasê li bakur û naverasta Xezeyê bi temamî ruxandine.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser hesabê xwe yê medya civakî Xê got: "Di mehekê de artêşa Îsraîlê, bi taybet Lîwaya 99an, li Xezeyê bi dehan endamên Hemasê kuştine. Kesên hatine kuştin, amadekariya êrîşên li dijî artêşa Îsraîlê dikirin."

Adraee diyar kir, "Di nava kuştiyan de cîgirê Serkirdeya Seraya Tûgaya El Zeytûn Ehmed Ebû El Dêf heye. El Dêf di sala 2024an de bi dehan êrîş li dijî artêşa Îsraîlê bi rê ve birine. Di heman demê de li ser beşdarkirina ciwanan di nava çekdarên Hemasê de kar kiriye."

Adraee di berdewamê de jî got "Hêzên wan fermndarê Tûgaya Hêzên Taybet Sidqî Talib (Ebû Etawî), ku di 7ê Cotmehê de beşdarî êrîşên dijî Îsraîlê bûye, di çalakiyekê de kuştiye."

Adraee li ser êrîşên balafiran li ser herêmên El Şûcai û El Zeytûn jî da zanîn: “Hemasê ew herêm di êrîşên li dijî hêzên me de bi kar tanî. Artêşa me dê çalakiyên xwe yên ji bo parastina welatiyên Îsraîlê, bidomîne.”

Ev nivîs 117 car hatiye xwendin.