Ji Erdogan daxuyaniya Sûriyê: Kî xera bike wê baca wê bide

Ji Erdogan daxuyaniya Sûriyê: Kî xera bike wê baca wê bide

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, di vegera Çînê de di balafirê de daxuyanî dan. Erdogan, li ser pêvajoya ku li ser çekdanîna PKKê û pirsa Kurd hatiye destpêkirin diyar kir, "Me nexşerêya xwe û armanca xwe diyar kiriye."

Erdogan da zanîn: "Me nexşerêya xwe û armanca xwe bi awayekî zelal daniye. Çavkaniyên ku heta niha ji bo şerê li dijî terorê hatine xerckirin, dê ji niha û pê de ji bo berhemanîn, geşedan, veberhênan û derfetên kar bên bikaranîn."

Erdogan destnîşan kir ku bi serkeftina pêvajoyê, dê hemû Tirkiye û navçe sûdê werbigirin: "Kurd li ku derê bijîn birayên me ne. Kes nikare me ji hev cuda bike. Çawa ku goşt û hestî ji hev venaqetin, biratiya me jî wisa ye."

Erdoğan, derbarê komîsyona pêvajoyê ya ku xebatên xwe li parlamentoyê didomîne jî got, "Gelê Sûriyeyê bi hemû beşên xwe ve, çi Ereb, çi Kurd, çi Tirkmen, çi Nusayrî, çi Sunnî, çi Xiristiyan, dê bi ser bikevin. Ez dixwazim vê yekê jî bi awayekî pir zelal bînim ziman: Kî hewl bide ku vê pêvajoyê xera bike, dê baca wê bide. Kurd li ku derê dijîn bila bijîn, birayên me ne. Kes nikare me ji hev veqetîne."

Ev nivîs 121 car hatiye xwendin.