Li baregeha Pêşmergeyên YNKê teqîn: Mirî û birîndar hene

Li baregeha Pêşmergeyên YNKê teqîn: Mirî û birîndar hene

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku îro 2yê Îlonê di nav baregeheke fermandariya hêzên 70 ya Pêşmergeyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de teqîn çêbû.

Li gorî zanyariyan, teqîn li baregeheke hêzên 70 ya li Qelaçolanê di dema perwerdeya şagirtên koleja leşkerî ya Qelaçolan de rû daye.

Hate diyarkirin ku guleyeke RPGê di nav baregehê de teqiya û kesekî jiyana xwe ji dest da, 3 kes jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyan, kesên birîndar hemû ereb in û di nav birîndaran de kesên bi pileya Emîd û Eqîd û Neqîbek hene û rewşa yek ji birîndaran giran e.

Ev nivîs 123 car hatiye xwendin.