Li Çewlikê xortekî 17 salî di Bendava Gulbaharê de fetisî

PeyamaKurd – Li bajarê Çewlikê (Bingol) li gundê navendê yê bi navê Ağaçeli ku navê gund yê Kurmancî nehat zanîn, xortê 17 salî yê bi navê Muhammet Hattemi Keskin, ji bo xwe hînik bike ket ava Bendava Gulbaharê.
Hattemi, piştî ket avê ji ber çavan wenda bû û fetisî. Li ser bûyerê parêzgerê Çewlikê Ahmet Hamdi Usta ragihand ku tîmên pêwendîdar piştî xebata bi 3 seetan karibûne xwe bigihînin cesed û cesed ji avê derxistine.
Ji bo otopsiyê cenazê Hattemi birin morga nexweşxanê. Parêzger Usta di daxwyaniya xwe de ji malbatê re sersaxiyê xwest û got ku 10 sale li bajarê Çewlikê bûyera fetisandina di avê de nebûye.
Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.




