Lubnan | Piştî protestoyan Barrack hevdîtinên xwe betal kirin

PeyamaKurd - Balyozê Amerîkî û Nûnerê Taybet yê Sûriyê yê Amerîkayê Thomas Barrack, piştî protestoyên li ser gotinên wî yên ‘heywanî’ di civîneke çapemeniyê de hin hevdîtinên xwe yên Beyrûdê betal kirin. Mijara sereke ya Barrack, bêçekkirina Hizbullahê ye ku ev jî rastî protestoyên alîgirên Hizbullahê tê.
Balyozê Amerîkayê yê Enqere û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Thomas Barrack li paytexta Lubnanê Beyrûdê piştî hevdîtina bi Serokê Lubnanê Joseph Ewn re di civîna çapemeniyê de heqaret li rojnamevanan kiribû. Çapemeniya Lubnanê ragihand ku piştî bûyeran Barrack, ji ber banga protestoyan hin hevdîtinên xwe yên îro li Tîre û Xiyamê betal kirine.
Medya Lubnanê ragihand ku Barrack danê sibê bi helîkopterê daketiye baregeha artêşa Lubnanê ya li Marjayounê û ji ber sedemên ewlehiyê leşker di bin sîwanê de hatine bicihkirin.
Lê belê hate diyarkirin ku wî hevdîtinên xwe yên li bajarokê Xiyamê ku nêzîkî herêmê ye betal kiriye. Her çend sedema betalkirinê bi awayekî fermî nehatibe eşkerekirin jî, hat zanîn ku hin çalakvanên ku alaya Hizbullahê li Xiyamê hildabûn, pankartên "Amerîka, Hêlîna Terorê ye" hildan.
Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.




