DYA çeteyên şiddetê yên li Haitiyê xist nav lîsta rêxistinên terorê

DYA çeteyên şiddetê yên li Haitiyê xist nav lîsta rêxistinên terorê

PeyamaKurd – Wezareta kar û barên derve ya DYAyê li Haitiyê çeteyên wekî Viv Ansanm û Gran Grifê xist nav lîsta terorê ya biyaniyan. Wezîr Marco Rubio ragihand ku van çeteyan, bo ewlehiya netewî ya DYAyê tehdîdin û yên şiddetê destek bikin, êdî dê bê ceza nemînin. Rubio, di daxwuyaniya xwe de weha got:

“Îro wezareta karên derve rêxistinên çeteyî yên wekî Viv Ansanm û Gran Grif naskiriye wekî rêxistinên biyanî yên terorîst û rêxistinên terorê yên kureyî ne. Yên li Haîtiyê şiddetê destek bikin, dê êdî bê ceza nemînin.

Her dû çete, li Haitiyê esasê bêîstîqrariyê û çavkaniya şiddetêne. Ev rêxistin li herêma me raste rast ji bo berjewendiyên ewlehiya netewî tehdîd in.”

Rayedarên DYAyê li welatê Latîn Amerîkayê, li El Salvadorê MS13ê û rêxistina Venezuelayê ya bi navê Tren de Araguayê berê xistibû nav lîsta ‘rêxistinên terorê yên biyanî’.

Di sala 2024an de li Haitiyê, di lêxistina çeteyan de, di ser 5 hezarî de kes hatin kuştin.

Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.