DYA givaşê danî ser tora bazarkirinê ya ku li ser navê Iraqê petrola Îranê difroşe

PeyamaKurd – Rêvebiriya Amerîkayê torekî ji neqliyatê û keştiyan pêk tê ku Iraqîne, ji ber li ser navê Iraqê petrola Îranê difroşin, dorpêçê danî ser torê û ew xist lîsta reş.
Wezareta xezînê ya DYAyê ragihand ku ev tor, karê petrola qaçax dike û ji givaşan direve. Wezaretê ragihand ku tor bi dizî petrola Îranê tevî petrola Iraqê dike û li ser kaxezan tenê petrola Iraqê nîşan dide. Wezîrê xezînê yê DYAyê Scott Bessent got:
“Divê Iraq ji bo terorîstan nebe ciyekî ewlehiyê yê hewandinê û em dixebitin da nehêlin bandora Îranê li Iraqê bibe. Em dahatên petrola Îranê dixin hedefê da şiyanên Îranê li hemberê Amerîka û hevkarên wê kêm bikin.”
Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.




