Fermandarekî payebilind ê Îranê: Yekane riya me berxwedan e, ne danûstandin

PeyamaKurd – Fermandarekî payebilind ê Sipaha Pasdaran a Îranê, Lîwa Yedulla Ciwanî, bi tundî li dijî her hewldanekê ji bo danûstandina bi Amerîkayê re derket û ragihand ku "berxwedan" yekane rêya parastina serwerî û destkeftên Komara Îslamî ye.
Ciwanî di daxuyaniyeke xwe de ew aliyên navxweyî rexne kir ku pêşniyara danûstandinên berfireh bi Waşîngtonê re dikin. Li gorî wî, ev cure pêşniyar "gumanê dixe ser serxwebûna Îranê" û şiyanên wê yên navxweyî biçûk dibîne.
Wî fermandarî tekez kir ku hemû destkeftiyên ku rejîma Îranê bi dest xistine, encama "berxwedan û hêza hêzên çekdar" in, ne ya tawîzan in. Wî got, "Ev yekane rê ye ku li pêşiya me ye û divê em jê venegerin."
Di dawiya axaftina xwe de, Lîwa Ciwanî amaje bi mîrateya Şoreşa Îslamî kir û got ku rêya Îranê ji destpêkê ve li ser bingeha "serxwebûn û berxwedanê" hatiye avakirin. Wî bang kir ku nifşên nû jî li ser vî esasî werin perwerdekirin û welatên Rojava ne tenê wek dijmin, lê wek hêzên ku "hewl didin şaristaniyeta nû ya Îranê têk bibin" bi nav kir.
Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.




