Kremlînê îdiayên komployê yên Trump red kir: Kes komployê nake

PeyamaKurd – Kremlinê îdiayên Serokê Amerîkayê Donald Trump red kir ku digot Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Serokê Çînê Xî Jînpîng û Serokê Koreya Bakur Kîm Jong Ûn li dijî wî û Dewletên Yekbûyî komployê dikin. Kremlînê destnîşan kir ku gotinên Trump dibe ku "îronîk" hatibin kirin.
Ev bersiv piştî merasîmek leşkerî li Pekînê hat, ku ji bo bîranîna 80 saliya bidawîbûna Şerê Cîhanî yê Duyemîn hatibû lidarxistin. Di merasimê de, ku pergalên çekan ên Çînê hatin nîşandan, Xî Jînpîng, Serok Pûtîn û Kîm Jong-Ûn amade bûn.
Piştî merasimê, Donald Trump li ser medyaya civakî ya Truth nivîsandibû, "Ez hêvî dikim ku Serok Xî û gelê mezin ê Çînê rojek pîrozbahiyê ya xweş û bêhempa derbas bikin. Silavên xwe yên germ ji Vladîmîr Pûtîn û Kîm Jong-Ûn re bişînin dema ku ew li dijî Dewletên Yekbûyî komployan dikin."
Yûrî Ûşakov, alîkarê siyaseta derve yê Kremlînê, di axaftina xwe de ji televîzyona dewletê ya Rûsyayê re, îşaret bi îroniya di gotinên Trump de kir û bi zelalî got, "Ez dixwazim bibêjim ku kes komployê nake, kes tiştekî plan nake, komployek tune." Bi vê yekê, Kremlînê îdiaya "koalîsyona" di navbera van her sê welatan de bi tundî red kir.
Ev nivîs 134 car hatiye xwendin.




