Hûsî: Me li hedefeke "girîng û hesas" a Îsraîlê xist

PeyamaKurd – Hûsiyên li Yemenê diyar kirin ku wan bi moşekeke balîstîk a hîpersonîk li hedefeke "girîng û hesas" a Îsraîlê li rojavayê Qudsê xist.
Daxuyaniyek nivîskî ya Hûsiyan wiha got, "Hêzên me yên moşekî bi moşekeke balîstîk a hîpersonîk a 'Filistîn 2' li dijî hedefeke girîng û hesas a Îsraîlê li rojavayê Qudsê ya dagirkirî operasyonek pêk anîn."
Daxuyaniyê, ku hûrguliyên hedefê neda, destnîşan kir ku wesayîtên hewayî yên bêmirov (UAV) yên Hêzên Çekdar ên Yemenê jî li "hedefeke girîng a Îsraîlê" li herêma Heyfayê xistine û ev operasyon jî serketî bûye.
Li gorî agahiyan êrîş "ji bo bersiva sûcên qirkirin û birçîbûnê yên li dijî Şerîda Xezzeyê û wekî beşek ji bersiva destpêkê ya li dijî êrîşa Îsraîlê ya li dijî Yemenê" hatine kirin.
Hûsiyên ku ji aliyê Îranê ve têne piştgirîkirin doh sibehê ragihandin ku wan "du moşek li hedefên hesas xistine" li herêma Tel Avîvê ya paytexta Îsraîlê.
Artêşa Îsraîlê, di daxuyaniyekê de îro sibehê ragihand ku moşeka ku ji Yemenê hatiye avêtin, di hewayê de hatiye astengkirin.





