Piştî peyama Trump, Hamas: Em amade ne ku şer bi dawî bikin

PeyamaKurd - Piştî peyama Serokê Amerîkayê Trump, Hamasê amadebûna xwe ji bo bidawîkirina şerê li Xezzeyê ragihand.
Hamasê ragihand ku ew li ser "peymanek hevrêz" dixebite da ku şerê li Xezzeyê bi dawî bike.
Li gorî daxuyaniyek ji aliyê Hamasê ve hat weşandin, ev peyman dê berdana hin girtiyên Filistînî û rewşa girtiyên Îsraîlî di nav xwe de bigire.
Herwiha, daxuyaniyê pabendbûna xwe ya ji bo avakirina rêveberiyek neteweyî ji bo birêvebirina hemî karûbarên giştî û bazirganî li Xezzeyê dubare kir. Diyar kir ku ev rêveberî wê berpirsiyariya hemî waran bigire ser xwe û aramiya herêmê biparêze.
Peyama Trump çi bû?
Serokê Amerîkayê Donald Trump daxwaz kir ku Hamas girtiyên Îsraîlî berde û diyar kir ku ev berdan wê bibe sedema başbûnek bilez a rewşê.
Trump di peyama xwe ya medyaya civakî de gotibû, "Ji Hamasê re bêjin ku girtiyên Îsraîlî berde; her 20 kesan bi hev re berde (ne 2, 5 an 7), her tişt wê zû biguhere û şer wê bi dawî bibe."





