Girtiyên siyasî yên berê û fermanber spasiya Serokwezîr Barzanî kirin

PeyamaKurd- Piştî biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ku hemû fermanberên girtiyên siyasî yên ku temenê wan bûye 60 sal pênc salên din jî li ser erkên xwe bimînin, wan fermanberan spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.
Li gorî nûçeya K24ê yek ji girtiyên siyasî yên berê Seyîd Ebas ê ji Ranyayê ku fermanber e, temenê wî bûye 60 sal û diviyabû ku niha wî karûbarên xanenişîniyê çêkiriba, lê piştî biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ew dê pênc salên din jî wekî fermanber li ser erkên xwe bimîne û ew bi vê biryarê kêfxweş bûye.
Fermanberekî din Ebas Qadir jî gotiye, "Me wekî girtiyên siyasî gelek azar dîtine. Ez li sala 1981ê serbest hatim berdan û hîn jî cihê kêbilan li ser laşê min xuya ne.”
Qadir got, “Ez spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku dema xanenişînkirina me ji bo pênc salên din paş xist."
Hêjayî gotinê ye, piştî biryara Serokwezîr Barzanî, tevaya girtiyên siyasî yên ku jiyê wan bûye 60 sal û fermanber in, herwiha yên ku dermale jê re nehatine dayîn, wê pênc salên din li ser erkên xwe bimînin. Dest bi bicihanîna wê biryarê hatiye kirin û ji bo berdewamkirina erkên xwe, ew dê piştgiriyekê ji Wezareta Şehîdan bibin fermangehên xwe û li wan deran karûbarên berdewamkirina erkên wan temam bikin.
Wekîlê Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan Navsar Nûrî jî ragihand, “Piştî derketina biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dest bi bicihanîna wê biryarê hatiye kirin û hemû girtiyên siyasî yên ku dermale jê re nehatine dayîn vedigire.”
Wekîlê Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan diyar kir, “Divê girtiyên siyasî biçin Rêveberiya Girtiyên Siyasî da ku piştgirîyekê ji wezaretê re bînin, wê hingê wezaret dê xizmeta wan fermanberan ji bo xanenişînbûnê dirêj bike.”
Ev nivîs 133 car hatiye xwendin.




