Sererkanê Îsraîlê: Em derbasî qonaxa duyem a operasyonên Xezeyê bûn

Sererkanê Îsraîlê: Em derbasî qonaxa duyem a operasyonên Xezeyê bûn

PeyamaKurd- Sererkanê Artêşa Îsraîlê Eyal Zamir, ragihand ku ew derbasî qonaxa duyem a operasyonên "Gideon" ên li Xezeyê bûne.

Artêşa Îsraîlê beriya niha jî di 29ê Tebaxê de destpêka qonaxa yekem a êrîşên xwe yên li ser Xezeyê ragihandibû û ragihandibû, wan li derdora Xezeyê bi hemû hêza xwe operasyon dane destpêkirin.

Îsraîlê ji bo operasyonên xwe yên nû, li bajarê Xezeyê ku bi qasî milyonek Filistînî lê penaber bûne, "navbera mirovî" bi dawî kiriye û herêm weke "herêma şer a xeternak" îlan kiriye.

Ev nivîs 141 car hatiye xwendin.