Li Potekizê trên ji ser rayê hesin derket: 15 kes mirin û 18 kes birîndar bûn

Li Potekizê trên ji ser rayê hesin derket: 15 kes mirin û 18 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li payîtexta Potekîzê li bajarê Lîzbonê tramvayekî ji ser rayên hesin desket û di encamê de 15 kes mirin û 18 kes birîndar bûn. Ji 18 kesan rewşa 5 kesan xedar e.

Tramvaya bi navê Gloria weka remzekî an remzekî ji remzên Lîzbonê ye, gelek geştiyar lê siwar dibin û qeza navborî seet di 18.00an de qewimiye.

Serokkomarê Portekîzê Marcelo Rebelo de Sousa di daxwuyaniya xwe ya nivîskî de bi sedema qezayê xemgîniya xwe ji bo candayiyan û birîndaran ragihand.

Li ser qezayê hukumeta Portekîzê rojekî ji bo şîna netewî û şaredariya Lîzbonê ji bo 3 rojan şînê ragihand.

Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.