Teqîneke tund li baregeheke leşkerî ya li Şamê pêk hat

PeyamaKurd – Li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê teqîneke bihêz li baregeheke leşkerî rû da. Sedema teqînê hîn ne diyar e û rêveberiya Sûriyeyê derbarê bûyerê de daxuyaniyeke fermî nedaye.
Raporên herêmî destnîşan dikin ku teqîn li baregeheke leşkerî ya berê çêbûye. Lê belê, îdiayên nepiştrastkirî hene ku ev teqîn encama êrîşeke asmanî ya Îsraîlê ye ku tesîsên çekan kiriye hedef.
Rojnameya El-Îxbariye ya Sûriyeyê ragihand ku dibe ku teqîn bi bermahiyên şer ve girêdayî be. Heta niha tu daxuyaniyeke fermî li ser bûyerê nehatiye dayîn û tu agahî li ser qurbaniyan jî tune ne.
Ev nivîs 124 car hatiye xwendin.




