Rojhilat | Melayê Kurd bi hinceta dijderketina Îslamê hate cezakirin

PeyamaKurd- Komek mela û kesayetiyên olî yên Rojhilatê Kurdistanê, nerazîbûn li hember bi sizayê 3 û mehek yê girtîgehê bo Mela Luqman Emînî nîşan dan û xwestin were berdan.
Luqman Emînî ku li Rojhilatê Kurdistanê wekî piştevanî xelkê û çêkirina aştiya nav civakê tê naskirin, bi tohmeta li dijî Îslamê derketiye ji aliyê Dadgeha Taybeta Rûhaniyetê ya Tehranê ve bi 3 sal û meheke girtîgehê hate cezakirin û herwiha ji lixwekirina cilûbergên melatiyê jî hate mehrûmkirin.
Melayên Roijhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê li dijî cezakirina Emînî derketin û ragihandin, ew daxwazê dikin hikmê bi neheqî li ser Luqman Emînî hatiye sepandin were hilweşandin.
Ev nivîs 135 car hatiye xwendin.




