Hemasê daxuyaniya Amerîkayê red kir

PeyamaKurd- Piştî ku ji Amerîka û Îsraîlê daxuyaniyê binpêkirin agirbesta Xezeyê ji aliyê Hemasê ve hatin dayîn, Hemasê îroYekşemê bersiv da û red kir ku wan agirbest binpê kiriye.
Hemasê li ser daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê ku tê de gotibû peymana agirbestê ya bi Îsraîlê re binpê dike, got: "îdiayên ku di daxuyaniya Amerîkayê de atine gotin derew in.. Ev idia rê li ber Îsraîlê vedike ku operasyonên xwe li Xezeyê berdewam bike. "
Wezareta Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku "raporên pêbawer" hene ku Hemas plan dike êrîşekê li dijî sivîlên li Xezeyê pêk bîne. Washington ev yek wekî "binpêkirina agirbestê" bi nav kir.
Herwiha hate gotin: "Heke Hamas vê êrîşê bike, tedbîrên pêwîst dê werin girtin da ku xelkê li Xezeyê werin parastin û agirbest were pêkanîn. "
Li aliyê din artêşa Îsraîlê jî bi hinceta binpêkirinan îro 19ê Cothemê li Xezeyê êrîş bir ser hin binkeyên Hemasê.
Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.




