10 pasdarên Îranê li Yezdê hatin kuştin

PeyamaKurd – Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku hejmara leşkerên ku di êrîşa Îsraîlê ya li ser tesîsên leşkerî de yên li Yezdê de hatine kuştin gihîştiye 10an kesan.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan cara yekem li tesîsekê xistiye ku mûşekên celebê "Xurremşehr" lê têne hiberîn, ku li bajarê Yezdê ye û 2.200 kîlometre kûrahiya axa Îranê ye.
Fermandariya Hêza Hewayî ya Îsraîlê ragihand ku êrîş baregeha mûşekî ya "Îmam Huseyîn" hedef girtiye û pêşî li avêtina mûşekan ber bi Îsraîlê ve hatiye girtin.
Di 22ê Hezîrana 2025an de, Îsraîlê êrîşek li ser deverên cuda yên bajarê Yezdê da destpêkirin.
Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.




