Îran: Hêviyên nerast wê danûstandinên bi Amerîkayê re asteng bikin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçî got ku hêviyên "nerast" ên Amerîkayê dikarin bibin sedema têkçûna danûstandinan.
Arakçî di Foruma Diyalogê ya Tehranê de daxuyaniyek da çapemeniyê û derbarê daxuyaniya Steve Witkoff, nûnerê Amerîkayê di danûstandinên bi Îranê re de ku gotibû ew ê dewlemendkirina uranyûmê ya Îranê bi rêjeya ji sedî 1 jî qebûl nekin, wiha got: "Hêviyên nerast wê danûstandinan rawestînin."
Arakçî tekez kir ku çalakiyên dewlemendkirina uranyûmê (ya asta nizm) ên Îranê nayên rawestandin û got:
"Ev mafê bê guman ê gelê Îranê ye. Ev destkeftiyek zanistî ya mezin e ku miletê Îranê ji bo wê gelek xebitiye û bedelên giran daye, di nav de xwîna zanyarên me yên navokî jî. Û ev ne tiştek e ku kes dikare paşguh bike."
Arakçî got ku danûstandin tenê dikarin bi ser bikevin ger bernameya nukleerî ya sivîl a Îranê were qebûlkirin û got, "Di heman demê de, ger armanc ew be ku pêşî li pêşveçûna Îranê ya ber bi çekên nukleerî ve were girtin, ev dikare were bidestxistin. Ji ber vê yekê, wê rasttir be ku birêzên li Amerîkayê daxwazên xwe bi awayekî rastîn pêşkêş bikin û bi aqilane tevbigerin. Di wê rewşê de, lihevkirinek mimkun e, wekî din ne mimkun e."
Arakçî behsa rewşa li Xezzeyê kir ku Îsraîl êrîşên xwe lê didomîne û got, "Krîza li Xezzeyê bûye delîlek din ku çarenûsa herêmê nikare û divê bi biryar û îradeya hêzên derveyî herêmê û herwiha bi nebaşiya bingehên pergala navneteweyî ve girêdayî nebe."





