Îranê bertek nîşanî daxuyaniya dawî ya Lûtkeya Bexdayê da!

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî îdiayên derbarê "Tunba Mezin", "Tunba Biçûk" û giravên "Ebû Mûsa" yên di danezana dawî ya Lûtkeya Lîga Erebî ya li Bexdayê de red kir.
Bekayî tekez kir ku "giravên Tunba Mezin, Tunba Biçûk û Ebû Mûsa beşek ji axa Îranê ne ku nayên veqetandin" û got, "Komara Îslamî ya Îranê dizane ku her îdiayek wisa li dijî Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) û prensîbên bingehîn ên hiqûqa navneteweyî ye, di nav de rêzgirtina ji bo yekparçeyiya xakî û serweriya neteweyî ya welatan û prensîba cîrantiya baş û dibîne ku ev mijar di daxuyaniya dawî ya Lûtkeya Lîga Ereb de nayê qebûlkirin."
Îsmaîl Bekayî pêşniyar kir ku Yekîtiya Erebî dema diyarkirina helwestên xwe, li şûna îdiayên bêbingeh, rastiyên dîrokî û cografîk ên neguherbar li ber çavan bigire û ji bo xurtkirina têgihîştin û têkiliyên di navbera welatên herêmê de bixebite.





