Ji ber gefên Amerîkayê, Hikûmeta Iraqê qanûnnameya Heşda Şeibî bi paş ve kişand

PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê, qanûnnameyeke giring a derbarê statuya hiqûqî ya Heşda Şeibî de, ku di qonaxa dengdanê de bû, ji parlamentoyê bi paş ve kişand. Ev biryar, piştî hişyariyên tund ên derbarê gefa dorpêçên aborî yên Amerîkayê de hat dayîn.
Hişyariya Sûdanî: "Cezayên Amerîkayê dikarin Iraqê wêran bikin"
Li gorî agahiyên ku şêwirmendê qanûnî yê Serokê Parlamentoya Iraqê, Îbrahîm Dileymî dane ajansa Rûdawê, Serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî di civîneke Çarçoveya Hemahengiyê ya partiyên Şie de hişyariyeke zelal daye.
Dileymî ragihand ku Sûdanî gotiye: "Eger qanûnname neyê vekişandin, cezayên giran ên Amerîkayê dikarin Iraqê wêran bikin." Li ser vê hişyariyê, di nav Çarçoveya Hemahengiyê de biryara vekişandina qanûnnameyê hatiye dayîn. Dileymî gefên Amerîkayê weke "pir cidî" bi nav kir û got, "Amerîka tenê bi rêbazên aborî dikare Iraqê felc bike."
Tevgera Nucebayê: "Biryar encama zextên Amerîkayê ye"
Ji aliyê din ve, endamê Buroya Siyasî ya Tevgera Nucebayê, Mehdî Kaabî, ji Rûdawê re piştrast kir ku hikûmetê qanûnname paş ve kişandiye. Kaabî ev biryar weke "encama zextên dijwar û berdewam ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê" bi nav kir.
Derbarê paşeroja qanûnnameyê de, Kaabî da zanîn ku hewlên parlamenteran dê berdewam bikin, lê heta lihevkirineke siyasî ya berfireh çênebe, derbaskirina wê dê zehmet be. Wî herweha desttêwerdanên biyanî rexne kir û got, "Divê em biryarên welatê xwe bidin, ne welatên din."
Naveroka qanûnnameyê û dîroka Heşdî Şebî
Qanûnnameya ku ji 18 madeyan pêk dihat û di 25ê Sibata 2025an de ji aliyê Encûmena Wezîran ve hatibû pejirandin, du caran li parlamentoyê hatibû xwendin lê dengdana dawî li ser nehatibû kirin.
Qanûnnameyê Heşda Şeibî weke beşek ji hêzên çekdar ên Iraqê û rasterast di bin fermandariya giştî ya hêzên çekdar de pênase dikir. Heşda Şeibî, di sala 2014an de li ser banga rêberê olî yê Şîeyan Ayetullah Elî Sîstanî, ji bo şerê li dijî DAIŞê hatibû avakirin.
Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.




