Kesên daxwaza vîzayê ji Amerîkayê bike wê 15 hezar dolar temînat bide

Kesên daxwaza vîzayê ji Amerîkayê bike wê 15 hezar dolar temînat bide

PeyamaKurd – Wezareta kar û barên derve ya DYAyê ragihand ku ji hinek welatan kesên ji bo vîza kar an geryanê bixwazin, wê heya 15 hezar dolarî ji wan teminat bixwazin.

Bi vê daxwazê DYA dixwaze ber li hemwelatiyên hinek welatan bigre ku ji dema vîza xwe zêdetir li Amerîkayê dimînin.

Qanûna ku wê derê, divê sibê an ku roja Seşemê dê der biçe û dema ji bo vîzayê welatan ji hev veqetînin, wê ji wan 5, 10 û heya 15 hezar dolarî teminat bixwazin.

Amerîka wê bi vê kiryarê bibîne ka ew kesên ku vîza dixwazin, wê karibin temînatê bidin an nikaribin û wê çûna kesan ji bo Amerîkayê bêhtir karibin kontrol bikin.

Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.