Li Dîlokê ji ber pirsgirêka arazî 2 malbat li hev xistin: 3 kuştî

Li Dîlokê ji ber pirsgirêka arazî 2 malbat li hev xistin: 3 kuştî

PeyamaKurd – Li bajarê Dîlokê (Gaziantep) li navça Oğuzeliyê li gundê Tinazdereyê di navbera du malbatên mirovên hev de li ser arazî pevçûn çêbû û paşî dest avêtin çekan.

Di şer de gule li kesên bi navên Doğan Karakurt (41) û Vahap Alpaslan (21) ketin û her dû li ciyê şer can dan û kesê bi navê Hakan Alpaslan (21) giran birîndar bû û dema ew birin newxweşxanê, li nexweşxanê can da.

Di şer de cenazên her sê kesên ku hatin kuştin, birin morga Tib a Edlî ya Entabê (Gaziantep). Asayîşê li gund û li ber nexweşxanê tedbîrên tund sitend.

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.