Li Deryaya Marmarayê erdhej çêbû

PeyamaKurd – Li peravên Buyukçekmeceya Deryaya Marmarayê bi lerza 4,1an erdhejek pêk hat.
Agahiyên erdhejê li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Acilê (AFAD) hatin parvekirin.
Li gor agahiyan di saet 07.19an da erdhejeke bi lerza 4,1an a ku navenda wê Deryaya Marmarayê ye li peravên Buyukçekmeceyê ye pêk hat.
Erdhej bi kûrahiya 7 kîlometre di bin erdê de pêk hat.





