NY: Em bi şerê herî dijwar ê ji Şerê Cîhanê yê Duyem vir ve re rû bi rû ne

NY: Em bi şerê herî dijwar ê ji Şerê Cîhanê yê Duyem vir ve re rû bi rû ne

PeyamaKurd – Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Jean-Pierre Lacroix got ku operasyonên aştiyê niha bi pevçûna herî dijwar a ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn vir ve re rû bi rû ne.

Lacroix tekez kir ku nakokî aloztir dibin, û sûcên sînor-derbasbûyî û guherîna avhewayê aştiyê tehdît dikin.

Lacroix diyar kir ku hêzên aştîparêz di parastina sivîlan û piştgiriya pêvajoyên siyasî de roleke girîng dilîzin û got ku civîna wezîran a ku wê di 13-14ê Gulanê de li Berlînê were lidarxistin, ji bo çareserkirina van pirsgirêkan girîng e.

Wî herwiha destnîşan kir ku ji ber zêdebûna astengiyên darayî, pêdivî ye ku hêzên aştîparêz bêtir bikêrhatî bibin.

 
Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.