Balafirên şer ên Amerîkî li Yemenê xistin

PeyamaKurd – Balafirên şer ên Amerîkayê 6 êrîşên esmanî yên cuda li ser parêzgehên Marib û Emran ên Yemenê pêk anîn.
Li gorî raporên medyaya civakî, balafirên şer ên Amerîkayê parêzgehên Marib û Emran ên li bakurê Yemenê kirin hedef.
Li gorî çavkaniyên herêmî, 6 êrîşên hewayî yên cuda hatine kirin. Derbarê kuştî û birîndarên di êrîşê de ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.
Li gorî nûçeya televîzyona El Masîra ya Yemenê ku xwediyê Hûsiyan e, artêşa Amerîkayê çar êrîşên hewayî li ser navçeya Medgal a Maribê û du êrîşên hewayî li ser navçeya Harf Sufyan a Emranê pêk anîne.
Derbarê hejmara kuştî û birîndaran de piştî êrîşê ti agahî nehat dayîn.





