Tirkiye bênavber diheje! Erdhejeke din li bajarekî çêbû!

Tirkiye bênavber diheje! Erdhejeke din li bajarekî çêbû!

PeyamaKurd – Bi rastî jî Tirkiye weke dergûşekê diheje. Li Stenbolê ku zêdetirî 16 milyon mirov lê dijîn, bahozeke mezin a erdhejê çêbû.

Di dema ku erdhejên li Stenbolê berdewam dikirin de, li Denîzliyê jî erdhej çêbû.

Herwiha îro Kutahya jî bi erdhejên bi pileya 4.5 û 3.9 hejiya.

Li gorî daxuyaniya AFADê, li navçeya Simav a Kutahyayê du erdhejên bi şîdeta 4.5 û 3.9 çêbûn. Li Simavê du erdhej çêbûn, yek bi şîdeta 4.5 pileyî di saet 07.23an de û yek jî bi şîdeta 3.9 pileyî di saet 07.29an de.

Hat diyarkirin ku erdhej di kûrahiya 8.81 û 11.61 kîlometreyan de çêbûne.

 
Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.