Wezîrê Derve yê Iraqê çû Washingtonê

Wezîrê Derve yê Iraqê çû Washingtonê

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên îro li Washingtonê bi armanca xurtkirina têkiliyên di navbera Iraq û Amerîkayê de û nîqaşkirina mijarên herêmî, wê rêze hevdîtinên fermî bi rayedarên Amerîkî re li dar bixe.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce roja Çarşemê di konfranseke rojnamevanî de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Bruce got, "Dr. Fuad Husên wê beşdarî gelek civînên li Wezareta Karên Derve bibe. Ez ê beşdarî yek ji van civînan bibim. Niha tu agahdariya taybetî tune ku ez bikaribim li ser naveroka civînan parve bikim, lê em ê piştî civînan hin hûrguliyan bi raya giştî re parve bikin."

Fuad Huseyîn: Armanca me kûrkirina têkiliyan e

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di daxuyaniyekê de li ser platforma medyaya civakî Xê de armancên serdana Amerîkayê şîrove kir:

"Em di rê de ne ber bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, li wir em ê rêze civînên dualî li dar bixin da ku têkiliyên Iraqî-Amerîkî baştir bikin û hevahengiya li ser mijarên herêmî û navneteweyî zêde bikin."

 
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.