Li Meksîkayê di malekê de cendekê 32 kesan hatin dîtin

Li Meksîkayê di malekê de cendekê 32 kesan hatin dîtin

PeyamaKurd – Li eyaleta Guanajuatoyê ya Meksîkayê, li bajarê Irapuatoyê di maleke terikandî de bermayiyên mirovan ên parçekirî hatin dîtin.

Li gorî daxuyaniya fermî, ev bermayî bi giştî yên cendekên 32 kesan in, lê ji ber rewşa wan a tevlihev, diyarkirina nasnameyan zehmet e.

Guanajuatoyê ku li navenda Meksîkayê wekî navendeke pîşesazî û tûrîzmê tê zanîn, di heman demê de ji ber şerê çeteyan wekî eyaleta herî kujer a welat tê binavkirin.

Tundiya ku li herêmê bi piranî ji pevçûnên di navbera Kartela Santa Rosa de Lima û Kartela Jalisco Nifşê Nû (CJNG), ku yek ji kartelên herî bihêz ê Amerîkaya Latîn e, tê.

Li gorî daneyên fermî, sala borî li Guanajuatoyê 3,100 kes di encama kuştinan de jiyana xwe ji dest dane, ku ev yek eyaletê di nav hemû Meksîkayê de dike cihê herî zêde kuştin lê çêdibin, bi rêjeyeke ku %10.5ê hemû kuştinên welat temsîl dike.

Herweha, li seranserê Meksîkayê zêdetirî 120,000 kes winda ne, ku ji van 3,600 li Guanajuato ne.

 

Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.