Trump û Pûtîn axivîn: Rûsya û Ukrayna di demeke nêz de dest bi danûstandinan dikin

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 19ê Gulanê pêwendiyeke telefonê ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn pêk anî.
Trump piştî pêwendiya ligel Pûtîn got ku gelekî baş derbas bûye û diyar kir, "Rûsya û Ukrayna, dê di demeke nêz de dest bi danûstandinên agirbestê bikin."
Trump ragihand ku Vatîkan eleqeyeke mezin nîşanî mêvandariya danûstandinên di navbera Rûsya û Ukraynayê de dide.
Herwiha Serokê Amerîkayê got ku wî li ser axaftina ligel Pûtîn gahî daye Ukrayna, Yekîtiya Ewropayê, Fransa, Îtalya, Almanya û Fînlandayê.
Trump da zanîn ku Rûsya dixwaze piştî ku şerê bi Ukraynayê re bi dawî bibe, bi Amerîkayê re bazirganiyeke berfireh bike û got, "Ez jî bi vê ramanê re hemfikir im."
Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.




