Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê peymaneke 150 milyar euroyan girêdan

PeyamaKurd - Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê di civîna lûtkeyê ya Londonê de peymaneke parastin û ewlehiyê ya bi nirxê 150 milyar euroyan îmze kirin.
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, Serokê Komîsyona Ewropayê Ursula von Der Leyen û Serokê Konseya YE Antonio Costa li ser gelek mijaran li hev kirin, wek masîgirî, enerjî, livbaziya ciwanan û parastinê. Li gorî vê peymanê, Keyaniya Yekbûyî dê bigihêje bernameya krediya parastinê ya YE ku nirxê wê 150 milyar euro ye.
Herwiha, hin kontrolên li ser berhemên ajalvanî û nebatî dê bêne rakirin û peymana ku destûrê dide keştiyên masîgiriyê yên YE ku li avên Keyaniya Yekbûyî masîgiriyê bikin dê 12 salan were dirêj kirin.
Di civîna çapemeniyê de Costa got ku ev peyman "rûpeleke nû" di têkiliyên wan de ye û destnîşan kir, "Ev peyman ne tenê gotinên li ser kaxezê ne. Ev nîşana soza me ya hevpar a ji bo ewlehî, aramî, pêşketinê û xizmetkirina gelên li herdu aliyan e."
Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.




