Lobiya Ermeniyan: Trump li hember zextên Tirkiyeyê yên li ser bûyerên 1915an serî ditewîne

Lobiya Ermeniyan: Trump li hember zextên Tirkiyeyê yên li ser bûyerên 1915an serî ditewîne

PeyamaKurd – Komîteya Neteweyî ya Ermeniyan a Amerîkayê (ANCA), ku mezintirîn lobiya Ermeniyan li Amerîkayê ye, Serok Donald Trump tawanbar kir ku ji bo bûyerên 1915an peyva "qirkirinê" wekî ku di serdema Joe Biden de dihat bikaranîn, bi kar neanî, û wî bi "tewandina li ber gefên Tirkiyeyê" tawanbar kir.

Di daxuyaniyekê de ku li ser malpera ANCAyê hat dayîn, daxuyaniyên Trump ên doh ên derbarê bûyerên 1915an de hatin rexnekirin.

Di daxuyaniyê de ji ber ku di daxuyaniya Trump de peyva "qirkirinê" nehatiye bikaranîn, hat şermezarkirin. Rêveberê cîbicîkar ê ANCAyê Aram Suren Hamparian, Trump bi paşvekişandin û li ber zextên Tirkiyê serîtewandinê tewanbar kir. Serokê Ermenistanê herwiha xwest ku rêveberiya DYAyê polîtîkayên xwe yên li hember Tirkiye û Başûrê Qefqasyayê biguherîne.

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.